Hûn Bi Xêr Hatin CSN'ê û Malpera Me

Heger Te pirsek li ser peredayina ji bo xwandinê (studiemedel) hebe, yan jî heger Te pirsek li ser deynkirina pere ji bo kirîna hûr-mûrên nav malê ya ji bo penaber û welatiyên biyanî hebe, hingê divê Tu berî xwe bidî me - Centrala studiestödsnämnden (CSN). Em ew saziya dewletî ne, ku karê peredayina ji bo piştgiriyê ya xwandina swêdî, di bin destê me de ye. Anku peredayina ji bo xwandinê û alîkariya diravî ya ji bo xwandinê.

Xebata me sê beş e:

  • Peredayina ji bo xwandinê
  • Deyn bi şûn de wergirtin
  • Pejirandin û dayina deyn ji bo kirîna hûr-mûrên nav malê ya ji bo penaber û welatiyên biyanî (deynê hûr-mûrên malê).

Pêwendî bi me re bike

Heger Te pirsek li ser alîkariya diravî ya ji bo xwandinê hebe?

Telefonê vir bike +46(0)771-276 000 (Duşemb ta În saet: 8-16:30)

Her wisan jî Tu dikarî bi riya posteya normal, bi riya e-post yan jî faksê dengê xwe bigehînî me.

Van agehiyên li jêrê yên nivîsgeha navendî ya CSN'ê ye:
Navnîşan: CSN
SE-851 82 Sundsvall
Telefon: +46(0)60-18 60 00
Faks: +46(0)60-18 61 93
E-post: ebrev@csn.se

Gelo Te pirsek li ser deynê hûr-mûrên malê heye?

Telefonê vir bike +46(0)771-276 100 (Duşemb ta În saet: 9-12)

Her wisan jî Tu dikarî bi riya posteya normal, bi riya e-post yan faksê jî dengê xwe bigehînî me.

Navnîşan: CSN
Hemutrustningslån
SE-851 82 Sundsvall
Faks: +46(0)60-18 60 06
E-post: hemutrustningslan@csn.se

Heger Te li ser malpera me dîtinek hebe, hingê pêwendî bike bi webmaster@csn.se

Latest updated: Mar 07, 2013