Kurmancî (nordkurdiska)
Komîsyona Navendî ya Piştgiriya Xwandinê (CSN) daîreya fermî ye ya ku karûbarên piştgiriya xwandinê, ango alîkarî û deynên ji bo xwandinê, li Swêdê bi rê ve dibe. Em karûbarên deynên ji bo ajotinnameyê û navmaliyê jî bi rê ve dibin. Di van rûpelan de, tu dikarî agahdariyên bêtir li ser alîkariyên cuda bixwînî. Lê, ev agahdarî yên bi kurmancî giştî ne.
Piştgiriya xwandinê – alîkarî û deyn ji bo xwandinê
Tu ne welatiyê Swêdê yî?
Heger tu ne welatiyê Swêdê bî, mafê te heye ku piştgiriyê ji bo xwandinê li Swêdê bistînî heger tu hin şertan bi cih bînî. Heger mafê te yê rûniştinê yê daîmî (PUT) hebe û li Swêdê bijî, bi piranî mafê te jî yê standina piştgiriya xwandinê li Swêdê heye.
Heger Daîreya koçê (Migrationsverketê) ji ber penaberiyê yan sebebekê wek wî mafê rûniştinê yê miweqet dabe te, bi piranî mafê te yê standina piştgiriya xwandinê li Swêdê heye. Lê ev maf ji bo te tune ye heger tu penaxwaz bî.
Wek din, heger tu welatiyê Swîsrayê bî, yê dewleteka Yekîtiya Ewropayê bî yan yê welatekê derveyî Yekîtiya Ewropayê bî, qaîdeyên din hene.
Piştgiriyên me yên cuda ji bo xwandinê
Piştigiriyên xwandinê yên cuda ji bo corên xwandinê yên cuda û ji bo temenên cuda hene. Ev hin ji wan in:
Paşvedayina deynê xwandinê
Ew kesên ku bo xwandina xwe ya li xwandegehê ji CSN’ê deyn wergirtine, gava xwendina xwe didin rawestandin yan dawîhanîn, hingê dest pê dikin deynê bo xwandinê (studiemedel) didin. Heger tu bêkar jî bî, pereyê dêbavtiyê werbigirî jî yan te bar kiribe derveyî welêt jî, dîsan divê tu deynê xwe bidî. Li vir agehiyên derbareyê ku tu yê çawa vî deynê xwe bidî û heger gava li warê dayina vî deynî dijwariyên te hebin tu wê çawa bikî, hene.
Deynê navmaliyê (hemutrustningslån) – ji bo te yê ku penaber e
Tu dikarî pereyan ji bo kirîna tiştên navmaliyê, mîna text, sênî, qazan û kursiyan, ji CSN-ê deyn bikî heger tu wek penaber li şaredariyekê qeydkirî bî. Çênabe tu wan pereyan ji bo tiştên wek xwarin, mobîl yan kirêya xaniyî bi kar bînî. Meziniya malbata te, navmaliya te û pereyên te tayîn dikin ka tu dikarî çi qas pereyên ji bo navmaliyê deyn bikî.
Divê pereyên ku tu deyn dikî paşî vergerînî. Vegerandina pereyan 2 salan piştî standina wan dest pê dike.
Deynê ajotinnameyê (körkortslån) – ji bo te yê ku bêkar e
Heger tu bêkar bî, tu dikarî pereyan ji CSN-ê deyn bikî da corê B yê ajotinnameya swêdî bistînî. Mimkin e hebûna ajotinnamyê peydakirina karî hêsantir bike. Divê tu bêkar bî û temenê te di navbera 18 û 47 saliyê de be da ku mafê te hebe ku tu wan pereyan deyn bikî. Divê tu hin şertên din jî bi cih bînî. Tu dikarî herî zêde 15 000 kronan deyn bikî. Çi tu ajotinnameyê werbigirî yan wernegirî, divê paşî tu deynî vegerînî.
Peywendî
Gava tu têkiliyê bi me dikî, em bersivê bi swêdî yan îngilîzî didin.